2 peykerekî: antîk, derîzî û mîtolojîk im, nêm ji min dihere, li ezmanê hundirê min, qaqlîbaz firînên kamîkazeyî li dar dixin, kovanên genimî, li ber aşên êşan, kêliyekê jî aş nabin, aj nabin, hûr dibin û hey hûr dibin, ji elfabêtan tîpek kêm dibe ku dimirim, w... ey waweylê janya, kezeba min dike di devê min re derkeve ji qehra... (Kendime armağanımdır)🌼🌹
pexass
2
çiqas êvarên şînboz bihurîn û çûn ji keştiya xeyalan çirûskeke serzer peya nebû, li peravên hestên min ên hestî û çermmayî, pêxemberekî sexte di nav kirasê xwe yê gewrîboz de, bi derewan be jî dest dirêjî min nekir, min venexwend cemeata xwe, ferîşteyeke fahîşe sing venekir, maran jî ez ji kom û refên xwe aferoz dikirim, bi qasî yez- danekî bêqûl tenê dimam, mezhebên şêx û mirîdên wê ez,